Wek şaxek ji hunerên bedew, metnên menzûm ên edebiyata Kurdî ya klasîk ji aliyê estetîka derekî û navekî ve dibin qada lêkolînên zanistî. Di metnên klasîk de estetîk û huner herî zêde di ruxsara metnê û aliyê wê yê derekî de xwe dide der. Bêguman di edebiyata klasîk de tema û mijar ku hêmanên bingehîn ên naverokê ne girîng in, lêbelê xweseriya vê edebiyatê herî zêde di estetîk û hunerê de ye. Ji ber vê taybetiyê ye ku di metnên klasîk de wate her dem digel forma xwe tê parastin, lêbelê di metnên dî de gelek caran form têk diçe û tenê wate dimîne. Di teşe, rîtm, belaxet û şêwaza metnên Kurdî yên klasîk de ku kêm zêde beramberî poetîk, retorîk û stîlîstîka Rojavayî tên, estetîk û hunereke bilind heye.Teşeyên nezmê ku mijara vê xebatê ne, hêmaneke girîng a estetîk, huner û zanista edebiyata klasîk e. Teşeyên nezmê, bi kurtî wek estetîka ruxsarî/dîtbarî ku xîtabî çav û dîtinê dike û li ser aliyên hendesî, şematîk, sîmetrîk û topografîk ên nezmê radiweste dikare bê pênasekirin. Van dîmenên curbicur, di edebiyata klasîk de estetîka helbestê ya derekî gelekî bi hêz kirine û teşeyên curbicur encam dane.Teşeyên nezmê yên ku di edebiyata Kurdî ya klasîk de hatine bikaranîn bi giştî qesîde, xezel, qit’e, mesnewî, muselles, murebbe’, muxemmes, museddes, musebbe’, musemmen, mutesse’, mu’eşşer, terbî’, texmîs, tesdîs, teştîr, tesmît, mustezad, terkîbbend, tercî’bend, rubaî, dubeytî, ferd û azade ne. Di vê xebatê de ev teşe bi awayekî sîstematîk hatine kategorîzekirin û pênase û taybetiyên wan, tarîxa wan a giştî di edebiyata Îslamî de, derketina wan di tarîxa edebiyata Kurdî ya klasîk de, geşedana wan a kronolojîk, nûnerên wan, yekeyên wan ên nezmê, termînolojiya beytên wan, serwa û kêşa wan, qeware û topografiya wan, şêweyên wan ji aliyê hunerên bedî’î ve, cureyên wan ji aliyê naverokî ve, cihê wan di dîwanan de, bikaranîna wan a xwecihî/Kurdî di Kurdiya Goranî de bi qasî pêdiviyê bûne qada vekolînê.
Kitap Yorumları - (0 Yorum)