Nivîskarê vê pirtûkê Mihemed Heme Baqi, bi belge û nivîsên fermî, bi nameyên dewlet, konsolos, serokeşîr, karmed û rêvebiran… û bi xebatên heya niha li ser Serhildana Şex Ubeydullah hatine kirin me gav bi gav, roj bi roj li cih û qadên serhildanê digerîne.Bi hûrgilî û dorfirehî em agahdar dibin ku kîjan eşîr û serokeşîr beşdarî Serhildanê bûye, an li dijber Serhildanê rol leyîstiye. Nivîskar bi belge û arşîvên dewlwtên wek Îran, Osmanî, Rûsya û Îngilîztanê nêrîna wan ya li Kurdan nîşan dide û bi vê jî parçeyek ji dîroka Kurdan dinivîse.
Kitap Yorumları - (1 Yorum)
Uzun ve yorucu bir kitap, sabır ister.